ZERDEŞT ISMAÎL...'s profileŞEHÎD ZERDEŞT ISMAÎL HEY...PhotosBlogListsMore ![]() | Help |
ŞEHÎD ZERDEŞT ISMAÎL HEYBET (RIZGAR) |
|||||
|
|
|
February 11 AGIRÊ EVÎNErûpel: 81-85
Helbest: Agirê Evînê
AGIRÊ EVÎNÊ
Li nav baxê tev gul gulî
Li cihanê pir xemilî
te agir berda vî dilî
Rengînî tu mîna zînê
Bese êdî dil xweş bike
tu vê rojê bes reş bike
Carek vî dilî geş bike
Rengînî tu mîna zînê
Bûyî neyar êdî nema
Evîna me gelo çima
were qet nebêjê hema
Rengînî tu mîna zînê
Ew bejna teya pir zirav
tev helandin cerg û hinav
Êdî agir kete di nav
Rengînî tu mîna zînê
Roj a tu hatî nav dara
xwe hejandin rengê mara
Agir pêket li wan wara
Rengînî tu mîna zînê
Êdî doza min bû evîn
Da ramûsim Lêvên şirîn
Ş erme li min danî kemîn
Rengînî tu mîna zînê
Jîna min bû weke dojê
Bûm birîndar li vê rojê
Sor û zerê ey bişkojê
Rengînî tu mîna zînê
Li min êdî neke zorê
Dilî nede li ber kêrê
Nêzîk bîye herim gorê
Rengînî tu mîna zînê
Gelo bo çê tu bikînî
Iro divê min bişkînî
Canê minî pir şirînî
Rengînî tu mîna zînê
Were carek li meydanê
Rewşen bike vê cîhanê
Birîn darim li kolanê
Rengînî tu mîna zînê
Xemla teye rengê gula
Bêhtir neke êdî kula
Ey şirîna li ber dila
Rengînî tu mîna zînê
Tu delalî weke sêvê
Divim vexum ji wê Lêvê
ez şerbetê nîva şevê
Rengînî tu mîna zînê
Yarê ji bo bejna zirav
Gihaye min jana zirav
Ez tif dikim mal û dirav
Rengînî tu mîna zînê
Ez xemgînê bejna te me
ez heyranê çavê te me
Herdem li cem mala te me
Rengînî tu mîna zînê
Min rêkirin bo te silav
ez ketime jana zirav
were vêdê êdî bi rev
Rengînî tu mîna zînê
Ez helîyam weke mumê
Ey gawirê wey şevnemê
birîndarim ka melhemê
Rengînî tu mîna zînê
Ezê bimrim bo evînê
Ji bona te hey şirînê
Ş erme li te li vê jînê
Rengînî tu mîna zînê
Carek wî devî tu veke
Ji min hinek pirsa bike
were were were yarê
Rengînî tu mîna zînê
Cegerxwîn dil bûye birîn
Li cihanê derman bi bîn
Karê şepal herdem girîn
Rengînî tu mîna zînê
February 09 Malpera Şehîd Rizgar vedibeXuşk û birayên hêja,
em vê e-maîlê bi navê komîta amadekar ya Malpera Şehîdê Kurd Zerdeşt Ismaîl (Rizgar) ji were rêdikin.
ev demek kurte me dest bi avakirina Malperekî taybet bi Şehîd Rizgar kirîyê, herwiha Dîwanên wî yê helbestan jî, we di demek nêzîk derkevin.
em bi rêya vê e-mailê ji we rica dikin , ku hûn alîkarîya me bikin û heger tiştek li ser Rizgar di deste we de hebin, çi wêne, çi nivîs hûn bi rêya e-mail an jî Postê bighînin destê me.
emê bi alîkarîya we gelek keyfxwes bibin û gelek Spasîya we dikin.
bimînin di nav xêr û xweşîyê de Silav û rêz Komîta amadekar ya Malperê
E-Mail: zerdest.i.h@hotmail.de
navnîsana Poste:
Shêrwan Abdulmajid 13355 Berlin/Germany Telefon: 0049 179 821 56 47 |
|||
|
|